Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî dimîne

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya destbikarkirina 122emîn patriyarkê Dêra Mar Yohenna li bajarokê Enkawa ya Hewlêrê peyamek belav kir û tê de dibêje: “Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikiyê û pêkvejiyanê têk bide.”

Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kir.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya destbikarkirina Mar Awa wek patriyarkê nû yê Kenîseya Mar Yohenna, peyanekeke pîrozbahiyê belav kir.

Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi helkefta destnîşankirina patriyarkê nû yê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awa yê sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim. Hêvîdar im destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem bibê sedema pêşxistin û kurtirbûna kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatan û aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê de.”

Serok Barzanî herwiha got: “Her li vir de tekez li wê yekê dikim ku Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikiyê û pêkvejiyanê têk bide.”

Mar Awa ku kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir