Kurdistan, gotarekî giring dê pêşkeşî cîhanê bike

Rêxistinvanê erkdar ê navnetewî li hikûmeta herêma Kurdistanê, gotarekî taybet derbarê pêşketinên li herêma Kurdistanê, di civîna welatên endam li encûmena mafê mirovan de pêşkeş dike.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyanîya ku hatîye dayîn îro 11.11.2019ê biryare rêxistvanê erkdar ê navnetewî Dîndar Zêbarî beşdarî civîna welatên endam li encûmena mafên mirovan li Cenev a Swîsrê ku ser bi Netewên Yekbûyî ye dibe.

Dîndar Zêbarî piştî gotara wezîrê dad ê Iraqê bi navê Herêma Kurdistanê dê gotarekî pêşkeş bike.

Di gotara xwe de dê bal bikşîne ser pêşketinên herêma Kurdistanê di warên parastina mafên mirovan, bi taybet jî mafên jinan, pêkhateyan, azadîyan, xwedî pêwîstîyên taybet, koçber û penaber û çend babetên din jî dê gotara xwe de cîh bide.

Biryare îro demjimêr 16:30ê li gor dema Hewlêrê Zêbarî gotara xwe pêşkeş bike.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist