Kurdistan | 3 wefat û 123 pêketiyên koronayê hatin tomarkirin

.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 30yê Kanûnê ya li ser rewşa vîrusa koronayê Covid-19 de, ragihandin ku 3 nexweşan wefat kiriye û 123 kesên din pê ketine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku di nav 24 saetên borî de 123 kesên din bi Koronayê ketine û 217 nexweş jî baş bûne.

Herwiha diyar kir ku 3 kes jî ji ber nexweşiya koronayê mirine û hejmara mirinên heya niha jî gihîştiye 3 hezar û 383 kesan.

Bi van amarên dawî re heta niha li Herêma Kurdistanê 103 hezar û 222 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan bi qasî 70 hezar kes jî baş bûne .

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin