Kurdên Swêdê îro jî meşiyan

Kurdên Swêdê îro jî xwepşandanek li dar xistin û bi hezaran kes ber bi konsolosxaneyên Tirkiyê û DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) meşiyan.

Kurdên Swêdê îro li Stockholmê li dij dagirkerî û êrîşa dewleta Tirkiyê ya hov mitîng li dar xistin. Mitîng ji nav bajêr, ji parka Humlagården destpê kir û heta ber Konsolosxaneya Tirkiyê berdewam kir.

Li ser navê Sosyal Demokratan dostê kurd yê qedîm Thomas Hammarberg û parlamenterê Kurd  Serkan Kose beşdarî xwepêşandanê bûn û peyivîn. Serokê partiya çep ya Swedê Jonas Sjöström û gelekên din jî axaftin kirin...

Li gel kurdan, gelek Swêdî, Afrîkî, Amerika Latînî, Yunanî, Afganî û miletên din di mitîngê de hebûn. Grubek Afghanî ku beşdarî xwepêšandanê bûn  û digotin me dizanî rewşa Kurd û Kurdistanê xerab e lê me ne dizanî ewqesî xerab e. Koma Afganî digotin: Em îro li vir in ji bo em piştgiriya xwe nîşanî gelê kurd bidin û dagirkeriya Tirkiyê şermezar bikin.

Gelek kesayetên kurd li Mitingê bûn, hemûyan heman tiştî digotin: "Em îro li vir in ne ji bo hêz  û partiyan bifikirin, agirê ku li mala me xistine, zarokên me bi hawayekî hovane dişewitinin, şermezar bikin...

Roza Kurd / Rûpela Nû - Stockholm

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist