KURDÊN SWÊDÊ ÎRO AHMED KAKEMEMÎ BI MERASIMEK SPARTIN AXÊ

.

Dilsozê netewa xwe, pêşmerge, ronakbîr û dîroknas Ahmed Kakememî îro bi merasîmek sade li Solnaya Stockholmê bi beşdarîya malbat, hejmarek nûnerên Hukumeta herêma Kurdistan, nûnerên partiyên siyasî yê her çar perçê Kurdistanê, Hevkarîya Hêzên Kurdistanî li Swêdê, Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, komele û saziyên Kurd û Kurdistanî spartin axê.

Piştî merasîma goristanê, Komîteya Swêdê Ya Partîya demokratîk a Kurdistana Îranê civîneke li ser kar û xebat û kesayetiya Ahmed Kakememî li dar xist. Di civînê de li ser jiyana wî, kar û xebata wî, kesayetîya wî axaftin kirin. Hejmarek nûnerên partî û dezgehên Kurdistanî peyamên xwe ragihandin.

Ahmed Kakememî 1944an li Mahabadê ji dayik bûye. Di xortaniya xwe de tevî tevgera siyasî ya Kurdistanî bûye. Bi salan him wek kadir û him wek pêşmerge li Kurdistanê kar û xebat kiriye. Sala 1988an koçê Swêdê dike. Di nav civata Kurdên Swêdê de sîmayek çalak, rewşenbîr, harmonîk, bawermend dihat nasîn. Roja 15ê tebaxê xatirê xwe yê dawîn ji vê dinyayê xwest.

Bi serokatîya Seroka Meclîsa Piştgirên PAKê li  Ewropayê Seval Mert, heyeteke PAK Swêdê beşdarî merasîma xatirxwestinê bû.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da