Kurdên li Almanyayê Şahîya Newrozê li Bremenê pîroz kirin

.

Şahiyên Cejna Newrozê li welat û derveyî welêt berdewam in.

Kurdên li Almanyayê Şahîya Newrozê li Bremenê pîroz kirin.

Do (24 Adara2024ê) Hevkariya-Bremenê şeveka pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî şevê bûn.

Şev bi sirûda neteweyî û bi bi deqeyek rêz girtina şehidên Kurdistanê destpê kir.

Şeveka bi çoş bû. Nûnerên gelek parîtyan ji cihên dur beşdarî şahîya Newrozê bûn.

Peyamên gelek partî û komelên kurdistanî yên wek PDK, PDKI,PDPKS, PDK-S,PDK-Bakur, PYDK-S, PSK, PWK, Komela MAAK, Komela Hêlin Bremen, Komkar Bremen hatin xwendin.

Hevkariya kurdên Bremenê ji ev partî û komelan pêk te. PDK, PDKI,PDPKS, PDK-S,PDK-Bakur, PYDK-S, PSK, PWK, Komela MAAK, Komela Hêlin Bremen, Komkar Bremen

Rûpela Nû / Bremen

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir