Kurdên Bakur: Rojhilat ne bi tenê ye

Kurdên Bakurê Kurdistan ji ser tora medyaya civakî ji ser tweterê bi hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatnebitenê ne piştevanîya xwe bo raperîna xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.

Navenda Nûçeyan- Raperîna xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 5 rojane berdewam dike.  Ligel hemû hewleke serkutkirinê xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê li meydanên bajarên xwe ne û dijî hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê diwestin û êrîşî xwepêşanderan dikin.

Îşev gelek rewşenbîr û nivîskar, rojnameger û hunermendên kurd li Bakurê Kurdistanê ji ser twetterê bi hastagên #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê piştevanîya xwe bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.Herwiha hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê di rêza yekem ya rojeva Tirkîyê da bi cî bû. 

Li gor zanyarîyên BasNewsê heta di encama êrîşên hêzên emnî yên Îranê bo ser xwepêşanderan li bajarên Merîwan, Kirmaşan, Sine, Ciwanro. Bokan, Seqîzê nêzîkî 40 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan xwepêşander jî birîndar bûne.

Herwiha ji roja destpêka xwepêşanderan rejima Tehranê înternet li seranserî Îranê qut kirîye.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin