Kurdekî ji bo Rojava li Cinevê agir berda bedana xwe

Kurdekî Rojavayȇ Kurdistanî li pêş avahiya Komserîya Bilind a Cinêvê agir bi bedena xwe xist.

Navenda Nûçeyan-Li pêş avahîya Komserîya Bilind a Cinêvê ragihand ku  sibehîya îro saert 07:40 kurdekî Rojavayê Kurdistanê benzîn li bedena xwe kir û li pêş avahîya Komserîya Bilind a Cinêvê agir bi berda xwe.

Sylvain Guillume-Gentle da zanîn ku, kurdê agir bi bedena xwe xistîyê bi hêlokopterê bo nexweşxaneya Zanîngehê a Lozanê hate veguhsetin û birînda wî li wê derê tê çareserkirin.

Gentle got ku ew pêşbînî dikin ku sedema xweşewitandinê ji ber rewşa sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê ye.

Derbarê heman bûyerê de Berdevkê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî NYyê Andre Mahic got: “Em derbarê bûyera ku vê sibehê li pêş navenda Cinêvê pêk hatîye xemgîn û matmayî ne.”

Berdevkê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî NYyê da zanîn, ku kesê ku agir bi bedena xwe xistîye, hewl da derbasî avahiya Komserîyê bibe, lê hêzên ewlehîyê bi lezgînî destwerdan kir û tîmên hawarçûnê agir vemirand.

Komserîyê ragihandîye ku dê demên pêş de derbarê bûyerê de hûrgilîyan rabigihîne.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir