Krîza îklîmê bandor li 85 ji sedê serjimara cîhanê kir

.

Li gorî xebata di kovara Nature Climate Change-ê de hatiye weşandin, herî hindik ji sedî 85ê serjimara cîhanê di bin bandora guherîn îklîmê de mane ku “bi destê mirovan ev guherîn pêk hatiye.”

Li gorî xebata di kovara Nature Climate Change-ê de hatiye weşandin, lêkolînêran nirxandina zêditirî 100 hezar xebatan kirine ku têkildarî germahiya gerdûnî ye.

Lêkolînêran germahiya ku ji ber bikaranîna sotemeniyên fosîlî û emîsyonên din ên karbonê û germahî û guhertina şilahiyê dane ber hev. Di encamê de derketiye holê ku têkiliyeke xurt di navbera bûyerên ji hev gelekî cida û liv û tevgerên mirovan de heye.

Di encama lêkolînên berê xwe dane kêmbûna çandiniyê, lehî, pêlên germahiyê û yên weke wan de derketiye holê ku germahiya gerdûnî bandor li ji sedî 85ê bejahiya cîhanê kiriye.

Max Callaghan, yek ji nivîskarên raporê û lêkolînêrî Enstîtuya Lêkolînê ya Mercatorê ya almanî wiha gotiye: “Binkeyeke gelekî mezin a delîlan heye ku çawaniya bandora guherîna îklîmê ya li civakên me û ekosîstemên me kiriye nîşan dide.”

Li gorî nûçeya Aayê Callaghanî her weha diyar kiriye ku guherîna îklîmê ji DYAyê heta Sûdana Başûr li her deverên cîhanê û berbiçav pêk hatiye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin