Kovara Temaşe yekem hejmara xwe derxist

Kovara hunerî ya sînemayê Temaşe weke kovareke nû hejmara xwe ya yekem derxist.

Di weşangerîya kurdî de kovara Temaşe jî cihê xwe girt. Temaşe kovareke hunerî ya sînemayê ye û hejmara xwe ya yekem weke e-kovar derxist.

Temaşe wê li ser sînemaya cîhanê û sînemaya kurdî xebatên xwe pêk bîne. Edîtoryaya Temaşeyê armanca kovarê weke ku him derbarê sînemaya cîhanê û him jî li ser sînemaya kurd de agahî bidin, bidin naskirin pênase dikin.

Her wiha edîtoryaya Temaşeyê, girîng dibînin û dixwazin bi hemû zaravayên kurdî nivîs, gotar û analîzên li ser sînemayê di kovar de cih bigirin. 

Di hejmara yekem a Temaşeyê de gelek cure nîvis, gotar û analîz cî girtine. 

 

Yên ku bixwazin dikarin ji vê lînka jêr xwe bigihênin kovara Temaşeyê

http://www.kovaratemase.com/

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê