Koşka Spî tundûtîjîya li dijî xwepêşanderên Îranê protesto dike

Koşka Spî ya Amerîkayê tundûtîjîya li hemberî xwepêşanderên li Îranê protesto dike û piştevanîya xwe ji bo xwepêşanderan jî nîşan da.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Koşka Spî, Stefanî Grîşam ragihand, Amerîka piştevanîyê li xwepêşanderên Îranê dike ku bi awayekî aştîyane li hemberî hikûmeta welatê xwe çalakîyan encam didin.

Stefanî Grîşam tekez kirîye, Amerîka tundûtîjîya li dijî xwepêşanderan jî protesto dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus jî ragihandîye, ew piştgirîyê li xelkê Îranê dikin dema ku daxwaza şefafîyet û berpirsyarîyê li hikûmeta welatê xwe dikin.

Ji alîyê xwe ve Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî daxuyanîyên Mike Pompeo şermezar kirin û bi pêşandana hevsozîyê li gel çend kesên ku tevlîhevîyê li Îranê çêdikin, bi nav kir. Mûsewî herweha got, ev destwerdan e di karûbarê navxwe yê Îranê de.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dîyar kir, daxuyanîyên nerast û dûrûyî yê wezîrê derve yê Amerîka, ti nîyeteke baş li pey wan nîne û got, reftarê çend kesên têkder ku Pompeo piştevanîya wan dike, nûneratîya hemû gelê Îranê nakin. Mûsewî anî ziman ku nîyetên xirab yê Amerîka derbarê Gelê Îranê hene.

Piştî ku hikûmeta Îranê ji nişka ve buhayê benzînê 3 qatan zêde kir, xelkê wî welatî li gelek bajar û bajarokan daketine qadan û xwepêşandanên nerazîbûnê lidar xistin ku heta niha jî ew xwepêşandan berdewam in.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'
Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin
Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe
Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû
Larîcanî li ser dabeşbûna navxweyî rêveberên Îranê hişyar dike