Koşka Spî: Trump bi hûrî çavdêrîya rewşê dike

Piştî destpêkirina "tolhildana dijwar" a li dijî Amerîkayê ji alîyê Îranê ve, Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêrîya rewşê dike.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Koşka Spî li ser twîtterê ragihand, ew agahdar bûne ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ji alîyê Îranê ve rastî êrîşan hatine.

Berdevkê Koşka Spî dibêje, wan zanyarîyên têkildarî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê dane Donald Trump û tekez kir, Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêrîya rewşê dike.

Îşev Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyanîyeke 4 bendî destpêkirina tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê aşkere kir û ragihand, ku wan bi rêya bi dehan mûşekan binkeyên Amerîkî kirine armanca êrîşan.

Supaya Pasdaran a Îranê herwiha hişyarî da Îsraîlê û welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan.

Rûdaw

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin