Korona Gihiştîye 60 Welatî û Bajarê Silêmanîyê Rastî 4 Keysan Dibe

Îro Yekşemê hejmara welatên ku rastî vayrusa Korona bûnî gihîşte 60 welatî û hejmara mirî û nexweşan ber bvi zêdebûnê ve diçe li seranserî cîhanê. Cade ji geştîyaran valan dibine, abûrî dilerizine û jîyana xelkê ya rojane tê guhertine.

Navenda Nûçeyan - Li Parîsê Mozexaneya Louvre hatîye girtin. Li Japonê kirîzeke kirîna pêwîstîyên rojane derketie pêş. Cihên geştîyarî li seranserî Asya, Ewrupa û Rojhilata Navîn vala ne, û hikûmeta dibistan girtine û kombûnên mezin qedexe kirine.

Australya û Thailandê îro Yekşemê qurbanîyên yekem ên vayrusê tomar kirin, di demekê de komara Dominican û komara Çîk keysên xwe yên yekem ragihandin.

Li Îran, Îraq, Îtalya, Korya Başûr û gelek welatên din hejmara nexweşan bilind dibe.

Li bajarê Silêmanîyê yê Herêma Kurdistana Îraqê 4 keus hatin tomarkirin û berpirs dibêjin 3 ji wan ji mabatekê ne ku van demên dawî ji Îranê vegerîyane.

Ta amadekirina vê raportê 87,000 kes li seranserî cîhanê nexweş ketine û nêzîkî 3,000 kes mirine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist