Korona çima û çawa derket???

Bubê Eser

 

Bi destpêkirina her şerekî, pêkhatina bûyerên qirêj, felaketên xwe zayî û tofanên ji tofana mezintir, her yek ji ber sedemekê, kiryarekê û bûyeran pêk tên.

Lewra mirovayî, di warê zanyariyê de, tim lêkolînan pêktînin da ku pêşî li wan bûyerên qirêj ku serê mirovatiyê dixe belayê bigire kar û xebatê dikin.

Loma ez bi xwe dibêjim; tiştên diqewimin pêk tên ne ji ber xwe nin. Helbet her yek sedemekê an çend sedemên wan hene. Lê divê em tofanên xwezayî jî ji bîr nekin.

Li vê cîhana  ji roja însanetî li ser wê xuliqîye û heta niha gelek tofan û bûyerên nedîtî ecêb û mezin hatine serê mirovahiyê.

Di gelek bûyeran de însanetî rû bi rûye tunebûnê bûne û talî derman peyde bûye û pêşî li wan tê girtin. Însanetiyê ji nû de bi awayekî din didin jiyandin. Bi vê jî jiyan her berdewam dike.

Ev Koronaya ku niha bi lez û bez li vê dinyê belav dibe jî, helbet sedemek wê an çend sedemên wê hene. Niha hê nediyar û eşkereye ku ji ber çi û ji bona çi ev belav kirine. Belavkirine dibêjim; ji ber ku ez ne bawerim ku ev xwe bi xwe derketiye.

Helbet li ser wê gelek têbinî, şirove, nerîn û dîtin têne gotin. Di piraniya van de tê zanîn û gotin ku ev ji ber kesên sal mezin, nexweş û êdî tu fêda wan ji însaniyetê ra nemane, loma dixwazin bi vê rêyê ji wan xilas bibin.

Li hemî cîhanê kesên weha ango sal mezin û yên seqet  êdî bi awayekî zêde û pir dijîn ku tenê zerara wan heye û tu fêda wan nemane. Li gor vê tezê nerîn ew e ku ji bona ji wan xilas bibin, ev vîrosa ango şewba bi navê Koronayê belav kirin da ku êdî jiyan bibe ya ciwanan. Cihan bibe cihanek ciwan zelalî û delal.

Bi xelasbûna vê wê dinya reng û dengekî nû bigire. Dinya û mirovantî wê ji nû de li xwe vegerin. Wê êdî qîmet û rûmeta însanetiyê ji ya aborî û madî bêtir bibe.

Heger ev teza min bi nav kir rast be. An ji bona vê ev korona derxistibin, ez bi xwe jî piştgiriyê didimê. Ji bona cihaneke xweş, zelal û delal helbet divê hin bedel bê dayîn.

Asasê mesela min ne ev bû. Ya ku ez dixwazim li ser rawestim ev e.

Ji salên 1960 heta roja îro gelek mirovên me, zana û bîrewirên me, karên baş, xebatên delal ji bona azadiya gelê xwe, ji bona zimanê  xwe, ji bona gelê xwe kirine. Dikin û heta ji wan bê wê bikin jî.

Lê piraniya wan ketine devên hin cihokên avê ku ji wan pêve êdî tu kes nikarin fêdeyekê ji wê avê bîbînin û nahêlin ew av biherike da ku erdê şên bike. Dema şênahî nebe erdê hişk tu fêde xwe nabe.

Ji bona erd berhem bide, şênayî li ser zêde bibe,divê devê wê kaniyê bê vekirin, divê av biherike û bi wê avê jiyaneke xweştir pêk bê.

Helbet salmezinên me gelek karên hêja û delal yên sîyasî kirine. Heta dereke ew ala bindestiyê qebûl nekirine û li hember wê tekoşîn dane. Fikir û raman xuliqandine. Rê û rêbaza azadiyê dîtine an bi hevre munaqeşe kirine. Heta vir mala wan ava be.

Lê mixabin îro ew kesên me piraniya wan êdî bûne rêgir. Ketine serê kaniyê û nahêlin av biherike da ku şênkayê çê bibe.

Ketina serê kaniyê ava gundiyan ji ser wan qut kirine û gundî xistine rewşeke xerab. Ava li ser xelkê qut kirine ku niha xelk bûne weke girtiyên zîndana Diyarbekirê rojê bi qedehe av îdare xwe dikin.

Aha di virde ji bona van kesên me jî Koronayek lazim e ku ew êdî li mala xwe rûnên, ji ez û ezimê dûr bikevin. Xwe ji serê kaniyê bidin alî, da ku herkes têr avê vexwin.

Ez bi xwe gihiştim wê baweriyê heta ku ew ango wan kesên min bi nav kirin di serê kaniyê de bin, em ê têr avê venexwin. Me nikarîbûn, hêz û qaweta me têr nedikir ku em wan ji serê kaniyê rakin.

Her çiqas ev korona xeter jî be, wê gelek qencî û başiyan jî bi xwe re bîne. Wê cîhanê ji kal û pîran paqij û me jî ji wan kesên siyasiyên sal mezin ku ketine devê kaniyan û nahêlin av biherike,  xilas bikin.

Her xerabiyek li dû xwe başî û qenciyê dihêle, her tofaneke jiyaneke nû dixuliqîne, her babîsoyek qirş û qalan li cihekî dide ser hev…