Korbenda avedankirina Mûsilê li Hewlêrê birêve diçe

Îro Çarşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, korbenda Avedankirina Mûsilê bi beşdarîya kompanyayên Iraq, Kurdistan, welatên Kendavê û Amerîkayê birêve diçe.

Navenda Nûçeyan- Korbend bi navnîşana projeya Destpêşxerîya Asankarî û Veberhênana Neynewayê û bi çavdêrîya Cîgirê Serokê Amerîkayê û bi hevkarîya Herêma Kurdistanê, DAI û USAID (Ajansa Amerîka bo Geşedana Navdewletî) tê lidarxistin.

Kompanyayên Iraq, Herêma Kurdistanê, welatên Kendavê û Amerîkayê di vê korbendê de beşdar in.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsorîya korbendê dike.

Korbendê ji roja Sêşemê 3ê Kanûnê ve dest pê kirîye û heta sibe Pêncşemê 5ê Kanûnê berdewam dike.

Di korbendê de gotûbêj li ser çawahîya vegerandina jîyana aborî bo parêzgeha Neynewa tê kirin, herwiha behsa hevkarîkirina xelk û ciwanên Neynewayê bo dîtina defetên kar, bi kar xistina projeyan ji alîyê hêza kar a Neynewayê, avakirina projeya aborî û sektora taybet li Neynewayê tê kirin.

Qubad Talebanî: Dibe Kurdistan bibe derîyekî giring bo avedakirina Neynewayê

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî jî di korbenda Avedankirina Mûsilê de amade bûye û di gotarekê de ragihand: “Dibe Kurdistan bibe derîyekî giring bo avedakirina Neynewayê û em jî wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo alîkarîkirina di avedankirina vê parêzgehê de amade ne.”

Qubad Talebanî amaje bi alîkarîyên Herêma Kurdistanê bo aware û koçberên Mûsilê kir û dîyar kir, “nêzîkî milyonek koçberên sînorê Neynewayê li Herêma Kurdistanê ne” û Herêma Kurdistanê gelek alîkarîya wan kirîye.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha tekezî li ser baştirkirina rewşa Neynewayê kir û destnîşan kir: “Divê hikûmeta navendî karê zêdetir bo Neynewa bike.”

Parêzgarê Mûsilê: Kudistan piştevanê me yê sereke ye

Parêzgarê Mûsilê, Necim Cibûrî jî tevî hejmarek berpirsên vê parêzgehê di korbendê de beşdar in. Necim Cibûrî di korbendê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, tevî ku hejmara niştecihên Neynewayê derdora 4 milyon kesan e, lê bûdceya ku hikûmeta navend jê re terxan dike, ji milyonek dolar zêdetir nîne û tekez kir, ew bûdce beşa pêdawîstîyên vî bajarî nake.

Necim Cibûrî têkildarî rola Herêma Kurdistanê di alîkarîkirina Neynewayê de jî axivî û got: “Kurdistan, piştevanekî me yê sereke ye.”  Cibûrî daxwaz ji veberhêneran jî kir, ku netirsin û li sînorê vê parêzgehê dest bi veberhênanê bikin.

Cibûrî di beşeke din a gotinên xwe de da xuyakirin, “şaşîyên bihorî bûne sedem ku Mûsil bibe binkeya terorîstan, lê êdî Neynewa nabe navendek ji bo terorîstan.”

Parêzgarê Neynewayê amaje bi şer û rûbirûbûnên li dijî DAIŞê li sînorê wê parêzgehê kir û got, Neynewayê di şerê rûbirûbûna DAIŞê de li şûna hemû cîhanê gelek qurbanî dan.

Bi gotina Necim Cibûrî, operasyonan bandorek mezin li ser jêrxan û sektorên cuda yên parêzgeha Neynewayê hebûne û tekez kir: “Niha Neynewa mijûlî dermankirina birînên xwe ye.”

Di berdewamîya axavtinên xwe de, Parêzgarê Neynewayê behsa derfetên veberhênanê li vê parêzgehê kir û dîyar kir, li Mûsilê derfetên baş ji bo veberhênanê hene û herwiha ev parêzgeh xwedîyê samanên mezin e. Necim Cibûrî ragihand: “Çavê me li vê yekê ye ku ji bo dubare avakirina vê parêzgehê em bigihin qonaxeke pêşkevtî.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye