Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

.

Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Îro Sêşemê 16ê Gulana 2023an, konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Brîtanya, Amerîka, Almanya, Holanda, Kanada, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Çekya, Yûnanistan, Îtalya, Bulgaristan, Polanda û Romanya di daxuyaniyeke hevbeş de, destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê dikin "ji ber pabendbûna wan a berdewam bo bingeh û nirxên demokrasiyê û pêşwazîkirina li ruhê nûbûna hevkariya navbera aliyan".

Di daxuyaniya hevbeş de, daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê, tekeziyê li ser girîngiya hilbijartinên azad û dadperwerane dikin, ji ber vê yekê, em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî û hemû aliyên din ên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayekî hevbeş kar bikin û ji wan astengiyên ku mane derbas bibin ji bo encamdana proseya hilbijartinan.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku encamdana hilbijartinan were garantîkirin ku pabend be bi pîvanên navdewletî û mafên hemû welatiyan biparêze, ji wan jî; jin û kêmnetew, ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de.

Ev daxuyaniya konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê, piştî civîna îro ya herdu polîtburoyên PDK û YNKê tê, ku tê de tekezî li ser bilezkirina gavên yasayî û siyasî kirine ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist