Konsulê Koreya Başûr bi xwendina straneke Kurdî xatir xwest

.

Choi Kwang-jin ji ber bidawîbûna erkê wî li Herêma Kurdistanê, bi xwendina straneke Kurdî xatir xwest.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Choi Kwang-jin ji ber bidawîbûna erkê wî li Herêma Kurdistanê, bi xwendina straneke Kurdî xatir xwest.

Strana ku Choi Kwang-jin dixwîne, bi giştî behsa jiyana awareyan dike û bi taybetî jî jiyana zarokên li nava kampan. Di dawiya vîdeoya stranê de ku bi jêrnivîsa Kurdî (zaravayê Soranî) hatiye belavkirin, hejmarek wêneyên Konsulê Giştî yê Koreya Başûr derdikevin, ku çalakî û alîkariyên Choi Kwang-jin bo awareyan nîşan dide.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr duh roja duşemê 24ê Çileya 2022yan ji bo xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna erkê wî, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.

Choi Kwang-jin di serdana xwe de spasiya hemahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû û ragihandibû ku ew Kurdistanê weke mala xwe ya duyem dibîne û mîhrebanî û mêvandostiya xelkê Kurdistanê jî jibîr nake.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin