Konsulê Fransayê: Me peywendiyeke xurt bi Herêma Kurdistanê re heye

.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê radigehîne ku, Fransa piştevaneke bihêz a Herêma Kurdistanê ye. tekez jî dike ku, serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Fransayê peywendiyeke xurt heye.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem îro (Sêşem, 22.04.2025) di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de amaje da, “Fransayê û Herêma Kurdistanê dîrokeke dûr û dirêj û hevahengiyeke berfireh bi hev re heye.”

Navbirî amaje jî da, “Fransa yek ji piştevanên bihêz ên Herêma Kurdistanê ye.” Herwesa got, “Li ser astê serkirdetiyê jî, me peywendiyên xurt bi Herêma Kurdistanê re hene.”

Konsulê Giştî yê Fransayê ron jî kir, “Li ser astê ewlehî, xwandin û aborî, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê nimûneyî ne. Herwesa em ji bo seqamgiriya deverê jî bi hev re kar dikin.”

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist
Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê