Konsulê Fransa: Serdana Le Diran bo Kurdistanê ji bo piştevanîyê ye

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku duh şev bi serdanekê ji Bexdayê ve gihîşt Hewlêrê, îro dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî bicive.

Le Drian û berpirsên Herêma Kurdistanê, dê di van hevdîtinan de peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê ji alîyê sîyasî û leşkerî ve gotobêj bikin.

Konsulê Giştî yê Fransayê derbarê serdana Le Drian a bo Kurdistanê de twittek bi zimanê Kurdî belav kirîye û ragihandîye, serdana Le Diran bo Hewlêrê ji bo hevsozî û piştevanîyê ye.

Le Drian derengîya şeva Pêncşemê 16ê Tîrmehê û derdora demjimêr 22:30 piştî serdana Bexdayê bi balafireke taybet gihîştibû Hewlêrê û li balafirxaneyê ji alîyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Ew heştemîn car e ku Jean-Yves Le Drian serdana Herêma Kurdistanê dike, pêştir çar caran wek Wezîrê Berevanîyê serdana Herêma Kurdistanê kirîye û di serdanên paşê de jî wek Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Kurdistanê kirîye.

Şarezayê karûbarên sîyasî yê Fransayê, Dr. Adil Baxevan ji Rûdawê re ragihand, pêwendîyeke dîrokî yê Fransayê li gel Herêma Kurdistanê heye û pêgeha Herêma Kurdistanê jî di nava sîyaseta Fransayê de cêgir e.

Peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê vedigere bo sala 2001 û di vê sale de yekemîn di 1ê Adara 2001 de nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê hat vekirin.

Fransa him li herêma Kurdistanê û him li Rojavayê Kuristanê piştevanîya Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de kirîye. Herwiha ji ber êrîşên Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê biryara ragirtina frotina çekan bo Tirkîyê daye.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êriş pêk anîn
Ehmed Şer ENKS vexwend Şamê: ENKS dê bi tenê here?
Forbes: Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dikare bibe sedema dubarebûna senaryoya 2011an!
Serokerkanê Sûriyê Tûxgeneral Hawary seredana serokerkanê Tirkiyê Bayraktaroğlu, kir
Iraq û Îran peymana sînor ya bi 21 xalan îmza kirin: Deriyên nefermî tên girtin