Konsolê giştî yê Rûsya: Em hewl didin pêwendîyên Hewlêr û Mosko bihêztir bikin

Konsolê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê ragihand, ew hewla bihêztirkirina pêwendîyên Hewlêr û Mosko dikin.

Navenda Nûçeyan- Malpera fermî ya PDKê ragihandîye, konsolê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê Olîg Vilademîr Lêvîn bi berpirsê pêwendîyên dîplomatîk yên PDKê Hoşyar Sîweylî re hevdîtin kir.

Li gorî agahîyan, di hevdîtinê de konsolê giştî yê Rûsya ragihand, Rûsya helwesta xwe li ser mafên gelê kurd eşkere kirîye û hewl dide tevahîya mafên gelê Kurdistanê bên misogerkirin.

Wî dîplomatê Rûs her wiha destnîşan kir ku pêwendîyên hikûmeta Kurdistanê û Rûsya di asteka bilind de ye û got, em hewl didin wan pêwendîyan bihêztir bikin.

 Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist