Konsolê Giştî yê Amerîka piştevanîyê li pêkvejîyana li Herêma Kurdistanê dike

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê cejna sersalê li Kirîstîyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û hêvîdar kir gelê Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2020an de di rewşeke ewle û aram di bimînin.

Navenda Nûçeyan- Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê cejna sersalê li Kirîstîyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û hêvîdar kir gelê Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2020an de di rewşeke ewle û aram di bimînin.

Di çarçova serdanekê bo Kurdistan24ê de, Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin li ser pirsa pêkvejîyana li Herêma Kurdistanê: Civaka Herêma Kurdistanê civakeke firehnetew e û pêkhateyên wê di tebayî û aştîyê de dijîn.

Dîyar kir jî, daxwaz û piştevanîyê li Herêma Kurdistanê dikin ku girîngîyê bide pêkvejîyana aştîyane. Herwiha hêvîdar in pêkvejîyan ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkû li hemû Rojhilata Navîn belav bibe û Hikûmeta Amerîka piştevanîyê li vê yekê dikin.

Herwiha got: DAIŞê Êzidî û Kirîstîyanên deşta Neynewa jenosid kir û vê yekê jî bandor xiste ser pirsa pêkvejîyanê li Iraqê. Niha Hikûmeta Amerîka dixwaze pêkvejîyan dubare li Iraqê bê avakirin.

 

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist