Kongreya Amerîkayê serkeftina Joe Biden a helbijartinên Amerîkayê de pejirand

.

Kongreya Amerîka serkeftina Joe Biden bi 306 dengên Encûmena Hilbijartinê pejirand.

Di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2020'an ên serokatiya Amerîkayê de namzetê Demokratan Joe Biden 306 dengên Encûmena Hilbijartinê bi dest xist û Donald Trump jî 232 deng bi dest xist.

Bi pejirandina vê encamê re, Joe Biden wê di 20'ê vê mehê bibe Serokê 46emîn ê Amerîkayê destbikar bibe.

Serokê Amerîkayê yê naha Donald Trump piştî ragihandina serkeftina Joe Biden di daxuyaniya xwe de got, "Heta ku ez li dijî encama hilbijartinê bim jî, ezê roja 20'ê Çileyê desthilatê bi awayekî asayî radest bikim."

Trump got: “Min her dem digot ku şerê me berdewam dibe ji bo dengên yasayî bêne hejmartin. Di dîroka Amerîka de baştirîn 4 salên serokatiya Amerîka bi dawî hat. Lê ev tenê destpêka şerê me ye, ji bo ku Amerîka careke din mezin bikin.”

 

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin