Kongreya Amerîkayê pêşnûmeya sizayan bo ser Tirkîyê pesend kir

Berîya bi demekê Kongreya Amerîkayê pêşnûmeya sizayên aborî bo ser Tirkîyê pesend kir.

Navenda Nûçeyan-  Di wê dengdanê de 18 endamên komîsyonê, bi ‘erê’ bo sepandina siza bi ser Tirkîyê de deng dan û 4 kesan jî bo sepandina sizayan bo ser Tirkîyê dengê, ‘nexêr’ dan.

Qonaxa pêşerojê ya bicihkirina biryarê peywendî bi pêngavên Mitch McConnell, berpirsê piranîya Encûman Pîran heye kA gelo dê wê projeyê li encûmenê bixe dengdanê yan jî dê rabigire.

Di wê projeyê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgerîyeke mezin li ser Tirkîyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser wan berpirsên Enqerê DE ku di êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê  Kurdistanê rola wan heye. Herwiha sepandina siza bi ser aborî û pîşesazîya Tirkîyê de ji xalên girînG ên wê projeyê ne.

Proje pêşnîyaza sînordarkirina pêdana vîze û miameleyên bankî jî dike ku ev jî li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve.

Çavkanî: Nêrîna Azad

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist