Kongirês bi yasayekê desthelatên serbazîyên Tiramp sinûrdar dike

Civata nûnerên Emerîkayê, yasa ya desthelatên serbazîyên serokî pesind kir.

Navenda Nûçeyan- Li gor evê yasayê, rêgirî li Donald Tiramp dihêt kirin û êdî destên wî vebûyî nabe bo ragehandina şer li dijî Îranê.

Di civata nûneran de yasa ya desthelatên ceng bi rezamendî ya 224 nwêneran û dijînîya 194 nwêneran hat pesindkirin û hat şandin bo Civata Pîran.

 Serokê karûbarê derve ya Civatê, Îlyot Încil ragehadn, li gor yasayê divê berî serok her biryareka serbazî bide, divê veger bo Kongirêsê, neku piştî derkirina biryaran dûv re vegere û pasaw û bîyanûyan bide, ku ew pasaw û bîyanû ne pêwîst û ne yasayî ne.

 Koçka Sipî dijî biryara nwêneran helwêsta xwe ragehand û ew biryar bi bêzver û yarîyeka dî ya sîyasî dazanîn.

Piştî pesindkirina wê yasêyê ji alîyê Civat Nûneran ve, dihêt şandina bo Civata Pîran û li gor zanyarîyên mêdyayan di wê Civatê de ku piranîya wan Komarîne dê bihêt red kirin.

 

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene