Konferansa malbendên YNKê ya ji bo helbijartina 462 endamên kongrê destpê kir

Konferansa malbendên YNKê ya ji bo helbijartina 462 endamên kongreya çarem a YNKê, ku eger heye roja 21.12.2019ê birêve biçe, destpê kir.

Navenda Nûçeyan- Îro 09.12.2019ê konferansa hemû malbendên YNKê ya ji bo helbijartina endamên kongreya çarem a partîyê destpê kir.

Li gor zanyarîyên BasNewsê li hemû malbendên YNKê 462 endam dê bo kongrê bên helbijartin ku piranîya wan li malbenda Kerkûkê ku 124 endamên kongrê dê helbijêre û piştre Silêmanî ye û dê 73 endaman helbijêre, herwaha Hewlêr 49 endaman, Raperîn 36 endaman, Şarezor 23 endaman dê helbijêre. Malbenda Mexmûrê 5 endam, Bexda û Hemrîn jî her yek ji wan 7 endaman dê helbijêrin. Herwaha malbenda Pêşmerge 21, Xaneqîn, 20, Duhok 18, Mûsil 18, Germîyan 18, Soran 15, Koye 12, Çemçemal 8 û Şingal jî dê 8 endamên kongrê helbijêre.

Duh serpereştê konferansa malbenda 1 a Silêmanîyê yê YNKê Zubêr Osman ji çapemenîya YNKê re ragehand, li malbendê 438 endamên YNKê xwe ji bo endamtîya kongrê wek namzed nîşan dane, lê 73 namzedan jî xwe vekêşaye.

Herwaha endamê encûmena navendîya YNKê Mela Şêxe ji BasNewsê re ragehand, babeta vekêşandina namzedan tenê li Silêmanîyê pêknehatîye, li malbendên din jî heman bûyer pêkhatine.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be