Konferansa li ser Sûriyeya Piştî Esad û Rola Kurdan dê pêk were

.

Enstîtûya Navneteweyî ya Raman û Zanistên Sosyal dê di 18ê Çileya 2025an de konferanseke girîng li ser "Pêşeroja Sûriye Piştî Esad û Rola Kurdan di Avahûna Dewleta Nû de" lidar bixe.

Konferans dê di du panelan de bi rêya Zoomê pêk were. Panela yekem dê di navbera saet 10:00-12:00 û ya duyem jî di navbera 14:00-16:00 de bê lidarxistin.

Di konferansê de akademîsyen û siyasetmedarên navdar dê beşdar bibin:

  • Dr. Şêx Mûrşîd Xeznevî
  • Salih Mûslim (PYD)
  • Dr. Kawa Azîzî (ENKS)
  • Dr. Kamal Sido (Komeleyê Piştgiriya Gelên di bin gef de, Göttingen)
  • Dr. Musallam Abedtalas (Enstîtûya Almanî ya Pêşketin û Domdariyê IDOS)
  • Yaşar Abdulselamoglu (Zanîngeha Sofiya)

Tê payîn ku di konferansê de rewşa Sûriyeyê ya piştî Esad û rola Kurdan di avakirina dewleta nû de bê nîqaşkirin.

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî