KONDAyê encama anketa xwe eşkere kir: Dengên AKPê kêm dibin

KONDAyê encama anketa xwe eşkere kir: Dengên AKPê kêm dibin

Kompanyaya Lêkolînan a KONDAyê, encama rapirsiya xwe ya meha Îlonê eşkere kir. Li gor anketa KONDAyê, dengên AK Partî û MHPê kêm bûne û rêjeya dengên ÎYÎ Partî bo ji sedî 14.8 bilind bûye, herwiha rêjeya dengên AK Partiyê jî daketiye ji sedî 36.7an.

Li gor daneyên ku Rêveberê Giştî yê KONDAyê, Bekir Agirdir parve kirine, meha Îlonê rêjeya dengên AK Partî daketiye ji sedî 36.7 û yên MHPê ji sedî 10.6, herwiha rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ku ji hevpeymaniya AKP û MHPê pêk tê jî daketiye ji sedî 47.3.

Li gor daneyên heman kompanyayê yên meha Tebaxê, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 2.4, yên MHPê ji sedî 1.1 û Hevpeymaniya Cumhur jî ji sedî 3.5 daketiye.

Li bloka opozisyonê jî, meha Îlonê rêjeya dengên CHPê daketiye ji sedî 21.6, lê rêjeya dengên ÎYÎ Partiyê bi ji sedî 14.8 bilind bûye, rêjeya dengên HDPê wek xwe maye û ji sedî 11.5 e.

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin ku rêjeya dengên Partiya Seadetê, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA bi giştî ji sedî 4.8 e.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye