Kompanya Apple firotina berhemên xwe yên li Tirkiyê rawestand

.

 Li Tirkiye di malpera fermî ya kompanya Apple de firotina hemû berheman îro di demjimêrên êvarî de hatin rawestandin.

Piştî daketina lîreyê Tirkî li beramberê dolarê Amerîkî hejmarek kompanyeyên sektorên cûda li dûv hev daxuyaniyên rawestandina firotina berhemên xwe dan.

Yek mezintirîn ji kompanyayên cîhanê Apple 23ê Mijdara 2021ê firotina berhemên xwe yên li Tirkiyê bo demkî rawestand û malpera fermî ya Apple  berhemên wek iPhone, mac, iPad, Watch, AirPods nafiroşe. Kesên ku dixwazin berhemekê bikirin rastî hişyariya “Niha ev berhem nîne” tên.

Derbarê vê mijarê heta niha ji aliyê kompanya Apple yê ti agahî nehatiye belavkirin.

Li Tirkiyê ji ber necîgiriya nirxê  lîreyê tirkî li beramber diravan hejmareke kompanyên sektorên cûda  peyama rawestandina  firotina  kelûpelan dan û hejmareke ji wan jî firotina berhemên xwe li ser înternetê bê ku peyamekê belav bikin rawestandin.

Piştî axaftinên Erdogan  Sêşemê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin