Kompaniyên Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Kolnê dibin

.

Pêşangeha Navdewletî ya Koln ya li Almanyayê yek ji pêşangehên herî mezin a cîhanê tê nasîn. 

 Pêşangeha Navdewletî ya Koln ya li Almanyayê yek ji pêşangehên herî mezin a cîhanê tê nasîn û her sal bi milyonan kes ji seranserê cîhanê serdana pêşangehê dikin, îsal jî bo pênc rojan, pêşangeh li ser xurekê li Kolnê dest pê kir û ji hemû cîhanê bi hezaran kompanya beşdar in.

Îsal pêşangeh bi navê Anuga bo xwarin û kelûpelan hat vekirin û hejmarek kompanyayên Kurdistanê jî di pêşangehê de cihê xwe girtin.

Yek ji karsazên Kurd Ehmed Dawid ku beşdarî pêşangehê bûye, ji K24ê re diyar kir: “Kompaniya me li Romanyayê ye, em hatin ku beşdarî pêşangeha Kolnê bibin, da ku hevkarî û hemahengiyeke zêdetir ligel kompaniyên cîhanî bikin.”

Pêşangeha Navdewletî ya Kolnê ji 11 holên 3 qatan pêk tê û ji 91 welatan 6680 kompaniyên xurekê beşdar in.

Karsazê Kurd Silêman Umer ku wî jî di pêşangehê de cihê xwe girtiye, dibêje: “Gelek kompaniyên ji Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûne, bêguman qezenca beşdarbûnê heye.”

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn