Kompaniya Gazprom a Rûsî karên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêdetir dike

.

Kompaniya Gazproma Rûsî, karên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêdetir dike.

Bi daxuyaniyekê, kompaniya Gazprom a Rûsyay diyar kir; heta niha jî girîngiyeke mezin dide zêdekirina karên xwe li bazara Herêma Kurdistanê.

Gazprom dide zanîn, ku Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên stratejîk ên kompaniyê de ye.

Herwiha di daxuyaniya Gazpromê de hat ragihandin; tevî astengiyên ji ber vîrûsa Koronayê derketine holê, îsal di cîbicîkirina projeyan de li Herêmê berdewam bûn û li bîra çar a li kêlgeha Serqerla ya li Germiyanê dixebitin û asta berhemanînê ber bi zêdebûnê ve diçe û li Herêma Kurdistanê ji destpêka berhemanînê ve, li kêlgeha Serqela heta niha çar milyon ton petrol hatiye berhemanîn.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan