Kompaniya Amerîkî peymana petrolê ligel Hikûmeta Kurdistanê îmze kir

.

Kompaniya Amerîkî ya lêgerîn û berhemanîna petrolê WesternZagros eşkere kir ku wan peymanek ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina kêlgeha petrolê ya Topxaneyê îmze kiriye.

Kompaniyê da xuyakirin, ev peyman dê ji bo berhemanîna elektrîkê û pêşkêşkirina wê ji bamilyonan welatiyên Herêma Kurdistanê alîkar be.

Kompaniya WesternZagros ku li Herêma Kurdistanê kar dike, îro 19ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand, ew bi şanazî ji niha û pê de li kêlgeha petrolê ya Topxaneyê kar dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev peyman dê roleke bi bandor di ewlekarî û berfirehkirina petrola Herêma Kurdistanê de bilîze, di heman demê de dê alîkar be ji bo berhemanîna kehrebeyê û pêşkêşkirina wê ji bi milyonan welatiyan re.

Herwiha hat ragihandin, kêlgehên Topxane û Kurdemîr bi hev re xwedî potansiyela berhemanîna pênc trîlyon pê sêca gaz û 900 milyon bermîl petrola xam û gaza xwezayî ne. Tê pêşbînîkirin ku di dema karkirinê de 70 milyar dolar dahat were bidestxistin.

Serokê Kompaniya WesternZagros Tewfîq Şahîn got: "Pêşxistina kêlgehên petrolê yên Topxane û Kurdemîr ji aliyê WesternZagros ve, dê roleke serekî di destnîşankirin, gihandin û dabînkirina elektirîka 24 saetî de ji bo bi milyonan kesî li Herêma Kurdistanê û herêmê bilîze."

Şahîn herwiha da zanîn, bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ew bi kelecan in ji bo hevbeşiya xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya xwe di paşerojeke geş a enerjiya Herêmê de. 

Hêjayî gotinê ye, ev destpêşxerî armancên Herêma Kurdistanê yên ji bo ewlehiya enerjiyê û seqamgîrkirina stratejiyên neteweyî bihêztir dike. Herwiha, peyman wek modelek ji bo hevkariya bazirganî ya di navbera kompaniyên enerjiya Amerîkî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi piştgiriya hikûmeta Amerîkayê kar dike.

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya