Komkara Erebî: dagirkeriya leşkerên Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike

Komkara Dewletên Erebî li hemberî êrişên asmanî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê yên bi hinceta hebûna binkeyên PKKê, şermezar kirin. Komkara Dewletên Ereb herwiha dibêje ew êriş bêyî koordineya Bexdayê hatine encamdan.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Ragihandina Komkara Dewletên Erebî bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî êrişên asmanî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û ew êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniya Komkara Dewletên Erebî de tê gotin ku “destwerdanên Tirkiyê bûye cihê dilgiraniyê.”

Komkara Dewletên Erebî dibêje “Operasyona Tirkiyê ya bi hinceta ku şopandina endamên PKKê li Bakurê Iraqê (mebest Başûr Kurdistanê ye) birêve dibe şermezar dike û dagirkeriya leşkerên Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku ew êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bêyî koordineya Bexdayê hatine encamdan.

Komkara Dewletên Erebî dibêje: "Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka ereban çi li Sûriyê be, an Lîbya an jî Iraqê bûye cihê dilgiraniyê. Dewletên Erebî van destwerdanana red dike.”

Tirkiyê pêr şev operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser pêgehên PKKê dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di êrişê de 81 cih hatine hedefgirtin. Li gor zanyariyan, di encama bombebaranan de heta niah ti zirarên canî çênebûne û tenê li Çiyayê Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'