Komîteya Birêveberiya Diakurdê yekemîn civîna xwe pêk anî!

.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd di Di 27/1/2022 yekemîn civîna xwe bi rêya online pêk anî.

1) Nirxandina Kongreya Zaraya Nîştiman


Kongreya Diakurdê bi amadebûna zêdeyî 120 kesan bi fîzîkî û 60 kesan bi rêya online, bi amadebûna nûnerên Federasyon û navendan, jimareyeka diyar ya pispor û şareza-yên Kurd û nûnerên partiyên Kurdistanî wek mêvan di Di 22/1/2022 li Stockholmê hat damezrandin. Kongre bo rêzgirtin li xebata mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku ji aliyê rejîma Îranê hatîye zindanîkirin, bi navê Kongreya Zaraya Niştîman hatibû binavkirin.

Komîteya birêveberiyê çêbûna kongrê û damezrandina Diakurdê, di şert û mercên hebûna pandemiya korona de wek serkvtin û destkevteke dîrokî bo xebata Kurdên diaspora, bilind dinirxîne. Komîtê bi yekdengî tekez kir ku di karûbarên xwe de girêdayî destûra pesendkirî û biryarên kongrê dibe û dê amadekariyên pêwîst bike bo pêdaçûn bi pêşniyar û têbiniyên ku di kongrê de hatin baskirin.

2) Rêkxistina organên Diakurdê


Di kongrê de derveyî çar nûnerên federasyonên endam, çar endamên din û du endamên cîgir jî bo komîteya birêveberî hatin hilbijartin. Di civîna yekem de serok, sekreter û berpirsê darayî bi yekdengî hatin hilbijartin. Komîteya birêveberî ji wan kesane pêk tê:

• Adnan Axacan, serok
• Welat Nehri, sekreter
• Lilan Mele Abdullah, berpirsê darayî
• Nujin Alacabek
• Keya Izol
• Roj Khalaf
• Adnan Muxtar
• Mehmet Tanriverdi
• Şevki Ozkan, endamê cîgir
• Hiwa Shwani, endamê cîgir

Komîteya birêveberî wê di demek nêz de berpirsên komîsyonên taybet hilbijêre û li gel organên din ango Encûmena şewirmendan û Komîteya çavdêrî hemahengiyê bike bo cîbicîkirina erkên xwe.

3) Nirx û armancên Diakurdê


Diakurd di xebat û têkeliyên xwe de rêzê ji îrade û serweriya Kurdên diaspora digire. Diakurd girêdayî nirxên neteweyî ye û dixwaze bi parastina serbixweyiya xwe ya aborî, siyasî û rêkxistinî li ba hemû Kurdistaniyan û dostên kurdan re bibe rêkxistineke cihê baweriyê.

Diakurd rêz li xebata hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî digire, û girîngiyeke taybet dide pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Başûrê Kurdistanê. Pêwendiyên Diakurdê li gel Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî li ser bingeha nirxên neteweyî û piştgîriya dualî dibe. Diakurd parastina destkevtên herêma Kurdistanê û piştgîrîkirina mafê çarenivîsê bo gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê erka xwe dibîne. Yekîtî, hevkarî û yekrêziya gelê kurd yek ji armancên serekî yên Diakurdê ye.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd

BIXWÎNE: DIAKURD BI KONGREYA STOCKHOLMÊ DAMEZIRANDINA XWE RESMÎ KIR


30/1/2022

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de