DIAKURD BI KONGREYA STOCKHOLMÊ DAMEZIRANDINA XWE RESMÎ KIR

DIAKURD BI KONGREYA STOCKHOLMÊ DAMEZIRANDINA XWE RESMÎ KIR

.

A+A-

Piştî xebata 4 salan Konfederasyona Kurdên Diaspora li Stockholmê di roja salvegera damezirandina Komara Mahabadê de kongreya xwe ya damezirandinê pêk anî. Diakurd navê kongreya xwe kir Kongreya Zaraya Nîştimanî.

Ji bo rêvebiriya Kongreyê Kamuran Kîkî, Welat Nehrî, Roza Kurd û Darya Kader Mulla hatin hilbijartin.

Di Kongreyê de Diakurd Raporta Çalakîyên xwe yên di navbera 2018-2021ê de wek boşur pêşkêşî Kongreyê kir.

Herweha di Kongreyê de Destûra reşnivîs a Diakurdê di kongreyê de hat munaqeşekirin û şeklê xwe yê dawî girt. Destûr ji alîyê komek hukuknas û pisporan ve li gor standartên yasayî yên Ewropayê bê kontrolkirin û şeklê dawîn wê bigre.

Kongre bi axaftina serokê Komîteya muwaqet a Diakurdê Adnan Axacan hat vekirin. Piştî axaftina vekirinê Serokê Enstituya Fransayê Dr. Kendal Nezan peyivî. Kendal Nezan got; ”Hemû dinya dostê Kurdan e, tenê kurd ne dostê hevdû ne”.

Di kongreyê de 3 panel hatin li darxistin. Panela Yekem ya Nifşên yekem bû ku Reşo Zîlan bi rê ve dibir. Beşdarên panelê Amir Qazî, Selîm Baban, Dr. Kendal Nezan, Shersad Mamsanî bû.

Panele duyem a nifşên Duyem bû. Panel bi moderatoriya Mardîn Hêja Baban ve b ri vê diçû. Beşdarên panelê Ji Partiya Çep Nûjîn Alacabek (Partiya Çep), rojnamevan Kurdo Baksî, Tara Twana (Partiya Sosyal Demokrat) û avukat Roj Xelef bû.

Panela sêyem bi beşdarîya Dr. Omer Shehmus, Dr. Mîna Sedem, Dr. Farhad Jahanmahan, Prof. Dr. Salih Akin bû. Panel bi rêvebiriya Doç. Dr. Osman Aytar pêk hat.

Diakurd di beyana kongreyê de diyar dike: ”Diakurd rêkxistinek serbixwe û sivîl ya civaka medenîye ku rêz li xebat û têkoşîna hemû Kurdistaniyan dike û xwe rikber û altirnatîvê tu hêz û rêkxistinan nizane. Diakurd mala Kurdane ji bo armanc û bihayên hevpar yên netewa Kurd”.

Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd di derbarê kongreya xo de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Diakurd wiha ye:

Îro 22/1/2022 Kongreya damezrandina Konfedrasyona Kurdên Diaspora - Diakurd hat lidarxistin û piştî pejirandina tewahîya reşnîvsa pêşnîyarkirî ya komîteya damezrandinê, û biryara avakirina komîsyonekê ji bo pêdaçûna kêmasiyên reşnivîsa destûrê, “Konfedrasyona Kurdên Diaspora - Diakurd” hat damezrandin.

Kongreya Diakurd bi amadebûna zêdeyî 120 kesan bi fîzîkî û 60 kesan bi rêya online, bi amadebûna nûnerên Federasyon û navendan, û jimareyeka diyar ya pispor û şarezayên Kurd li Stockholmê hat damezrandin. Kongre bo rêzgirtin li xebat û berxwadana mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku ji aliyê rejîma Îranê hatîye zindanîkirin, bi navê Kongreya Zaraya Niştîman hat navkirin.

Kongre bi sirûda netewî ya Ey Reqîb hat destpêkirin. Piştî hilbijartina dîwana serokatiya kongrê, Kongre bi gotara berpirsê komîteya damezrandina Diakurd, Adnan Axacan hat vekirin û profesor Dr. Kendal Nezan serokê Înstîtuya Kurd li Parîsê di varê hewcehiya hevxebatiya Kurdan li diaspora axiftinêk pêşkêş kir. Şûnde raporta Komîteya damezrandina Diakurd ya çar salên derbasbûyî hat xwandin û her wisa peyama malbata Zara Mihemedî bo Kongrê hat xwandin. Jimareyek berfireh ji partî, rêkxistin û kesayetiyên Kurdistanî peyamên pîrozbayiyê bo kongreyê şandine, ku dê di rojên pêşiya di malpera Diakurdê bên weşandin.

Li Kongre ya Zaraya Nîştiman sê (3) panelên taybet girêdayî ezmûn û dîroka diaspora Kurd di bin navê: Nifşa yekem – pêşengên diasporaya Kurd, kar û vekolînên zanistî li ser diasporaya Kurd û serkevtinên nifşa nû ya Kurdên diaspora hat birêvebirin. Pêdivî gotinêye ji bona piştgîrî ji doza Zara Mihemedî, li ser navê Kongreya damezrandina Diakurd, peyamek ji bo meşên piştîvanî ji Zara li welatên Ewropî û Amerîka hat şandin.

Zêdeyî 60 salane Kurd ji her çar beşên Kurdistanê bi egerên siyasî, aborî, malbatî, kar û xwendinê û xasma ji ber zilm û zordariya dagîrkeran, li Ewropa, Amerîka û deverên din yên cîhanê belav bûne. Bûna bi milyonan Kurdistaniyan li diaspora sermayeyek mezine netewî û hêzek mirovî û abûriye ji bo doza Kurd û Kurdistanê. Kurdên akincî li welatên Ewropî ji bo pêşvebirina doza netewa xwe, parastina nasnameya xwe ya netewî û her wisa întegrasyona di nav welatên têde da akincî û mezinbûna civaka Kurd li diaspora hewceyî bi damezrandina federasyon, navend û bingêhên cur bi cure siyasî, civakî, perwerdeyî û çandî ne. Li serdema mede bûna rêkxistinek çetir ku bikare nûneratiya Kurdistaniyên diaspora bike û bibe bingekek bo kom kirina hêz û şiyanên civaka Kurd li diaspora, pêwîstiyek dîrokî û erkek netewî ye.

Di çar salên bihûrî de bi beşdariya hin federasyonên Kurdî li welatên cuda, amadekariyên pêwîst bo damezrandina Konfederasyona Kurdên Diaspora anku Diakurdê hatiye kirin. Di destûra rêkxistinê de armanc di nav sê xalan de hatine kom kirin:

1. Berfirehkirina hevkariyê di navbera rêkxistinên kurdan û pêşxistina civaka sîvîl ya kurdên diaspora

2. Bihêzkirina întegrasyon û pêwendiyên kurdên diaspora bi welat û neteweyên din re

3. Piştgîrîkirina berjewendiyên neteweyî û mafê çarenivîsa gelên Kurdistanê

Diakurd bi pêşengiya federasyon û navendên Kurdistanî li welatên cuda cuda tê damezrandin û li rêya wan nûnerayetiya pişkekî diyar ya kurdên diaspora dike. Diakurd girêdayî nirxên neteweyî ye û bi parastina serbixweyiya xwe ya aborî, siyasî û rêkxistinî dixwaze bibe cihê baweriya hemû Kurdistanîyan û dostên kurdan.

Diakurd di xebat û têkeliyên xwe de rêzê ji îrade û serwerî ya Kurdên diaspora digire.

Diakurd ji bo wan armancên ku li jor hat baskirin û her wisa ji bo armancên ku di distûra konfederasyonê da hatin pesend kirin bi hilbijartina Komîteya birêveberî, Encûmena Şewirmendan û Komîteya çavdêr dest bi karê xwe yên organîze kirin û birêvebirina diasporaya Kurd kir.

Diakurd rêkxistinek serbixwe û sivîl ya civaka medenîye ku rêz li xebat û têkoşîna hemû Kurdistaniyan dike û xwe rikber û altirnatîvê tu hêz û rêkxistinan nizane. Diakurd mala Kurdane ji bo armanc û bihayên hevpar yên netewa Kurd.

Di dawiyê de em spasên taybet bo amdekarên kongrê û medyayên kurdî wek Rudaw, Çarpel Medya, Radio Ashti û Peyv TV dikin ku bi weşanên zindî peyama kongrê gehandine kurdên diaspora û Kurdistanê. Kongre her wiha spasdarê Weşanxaney APEC dike bo alîkariya wan bo amdekirina dosyeyan û xemlandina kongrê.

Desteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd

Stockholm, Swêd – 22/1/2022

#Diakurd #FreeZara #Kurdistan #Kurdishdiaspora

Bo weşana zindî ya kongrê bitikîne

3-217.jpg8-060.jpg9-049.jpg10-043.jpg11-032.jpg12-027.jpg13-020.jpg14-016.jpg15-017.jpg16-014.jpg17-016.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin