Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir

.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir û daxuyaniya nivîskî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.

Berpirsê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Neberd Omer di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, îro Yekşemê 24ê Mijdara 2024an, Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.

Neberd Omer diyar kir ku encamên pesendkirî wê bi nameyeke fermî pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê biryar li ser her 41 nerazîbûnên derbarê hilbijartinên 18ê Mijdarê yên Parlamentoya Kurdistanê da.

Roja Pêncşemê 31.10.2024ê nerazîbûn li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest ê kir û bi giştî 41 îtîraz ji aliyê partiyên siyasî ve hatin pêşkêşkirin, li Silêmaniyê 25, li Hewlêrê 12, li Duhokê 3 û li Helebceyê jî 1 nerazîbûn.

Hejmara dengên partiyên siyasî li gorî encamên hilbijartinê:

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): 809 hezar û 172 deng

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK): 408 hezar û 141 deng

Tevgera Newey Nwe: 290 hezar û 991 deng

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 116 hezar û 981 deng

Civaka Dadweriya Kurdistanê (Komel): 64 hezar û 710 deng

Tevgera Helwest: 55 hezar û 775 deng

Eniya Gel: 33 hezar û 365 deng

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 12 hezar û 929 deng

Tevgera Goran: 11 hezar û 621 deng

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: 5 bib 503 deng

Hejmara kursiyên partiyên siyasî li gorî encamên hilbijartinê:

PDK: 39 kursî

YNK: 23 kursî

Newey Nwe: 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Helwest: 4 kursî

Komel: 3 kursî

Eniya populer: 2 kursî

Goran: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Kota: 5 kursî

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin