Komeleya Farqînîyan serêdana PAKê kir

Îro 15.10.2019 komeleya Farqînîyan serêdana Partîya Azadîya Kurdistanê şaxa Dîyarbekirê kir.

Komeleya Farqînîyan serêdana PAKê kir

Navenda Nûçeyan- Îro 15.10.2019 komeleya Farqînîyan serêdana Partîya Azadîya Kurdistanê şaxa Dîyarbekirê kir.

Heyeta Komeleya Farqînîyan, ku di nav de serokê komeleyê Mehmed Çelîker û endamên komeleyê Omer Bîçîmlî, Şex Misbah û Şakîr Budak hebûn, serêdana PAKê kirin. Komela Farqînîyan ji alîye cîgirê serokê PAKê Feyyaz Ekmen û rêvebirên PAKê Mustafa Kalhan, Mehmed Alî Yilmaz û Mehmet Dortyama hatin peşwazî kirin.

Di mevantîyê de nivîskar û dîroknas Kerem Serhedî jî cih girt. Komeleyê ji Kerem Serhedî re silametî xwest.

Di Mêvantîyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêj kirin. Ekmen, “Agirek ketîye welatê me. Vemirandina vî agirî bi yekitîya kurdan mumkun e. Em wek laş li vê derê ne. Lê mejîyê me, dilê me li Rojavaya Kurdistanê ye. divê Êrîşên Tirkîyê zû bi zû bên sekinandin.”

Sohbet li ser bûyerên rojanê bi kêfxweşî dewam kir. Komeleyê sipasî ji rêvebirên PAKê xwestin

 

foto:Rûpela Nû

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir