Komeleya Ehmedê Xanî: Netew li ser ziman ava dibin

Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahîyê weşand.

Navenda Nûçeyan - Îro 15ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de cihekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn a bi Kurdîya bi tîpên latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943 yan di 11 salan de 57 hejmar çap bûn.

Ji ber vê 15ê Gulanê ji sala 2006ê ji alîyê Kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatîye qebûlkirin.

Peyama Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê wiha ye:

“Dewlemendîya neteweyan a herî girîng ziman e. Ziman şertê herî girîng ê neteweyîbûnê ye. Netewe li ser zimên ava dibin.

Ziman ji bo gelên bindest çavkanîya bingehîn a jîyanê ye. Ziman tekane dewlemendîya gelan e ku bi hezaran salan ji dest nedaye. Ziman wek pireke bingehîn e ku raborî û dahatûya neteweyan pêk ve girê dide.

Pêwîst e gelê Kurd bi hesasîyeta Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan xwedî li zimanê Kurdî derbikeve. Divê her kurdek xwedî lê derketina sembola neteweperwerîyê zimanê Kurdî wek erkek netewî li xwe bigire. Herwiha pêwîst e her Kurdek Kurdî di jîyana xwe ya rojanê de bikar bîne û hewl bide li her qada jîyanê belav bibe. Xwedî lê derketina zimanê kurdî berpirsîyarîya her kurdekî ye.

15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist