Komeleya Ehmedê Xanî: Li zimanê Kurdî xwedî derkevin

Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî daxuyanîyek belav kir û bang li gelê Kurd kir, ku xwedî li zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Celadet Bedirxan û bi dehan kesayetên navdar ên Kurd derkevin.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Ehmedê Xanî ya li Rihayê, di daxuyanîya xwe de dibêje ku, pêwîst e her kurd bi hişmendîya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li zimanê kurdî xwedî derkeve.

Daxuyanîya komeleyê wiha ye:

“Xwedî lê derketina zimanê zikmakî erkeke neteweyî ye. Zimanê dayikê hebûn, nasname û çanda mirovan e. Kesên ku dev ji zimanê xwe berdin dê dev ji hebûn û nasnameya xwe jî berdin û berbi tinebûnê ve biçin.

Gel û neteweyên ku zimanê xwe bihêz girtine, çand û edebîyata xwe xemilandine û jîyaneke neteweyî ava kirine. Gelê Bengalî bi saya tekoşîna zimanê xwe azad bûn. Em hêvîdarin ku azadîya Kurdistanê jî dê bi tekoşîneke xurt a zimên pêk were.

Pêwîst e em di malên xwe de bi kurdî biaxifin û dewlemendîya ziman û çanda xwe veguhesînin nifşên nû. Divê di malên me de ziman û çanda kurdî serdest be. Pêwîst e her kurd ji bo serkeftina gelê xwe bi hişmendîya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li zimanê xwe xwedî derkeve.

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li gelê kurd û cîhanê pîroz be.”

 

Kurdîstan Haberleri

Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?
DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ
Qasim Erecî: Em û Koalîsyon gihîştin qonaxa pêwendiyên dualî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo zarokan 20 pirtûkên nû çap kirin