Komek senatorên Amerîkî, Mezlûm Kobanî vexwandin Amerîka

Daxwaz kirine hikûmet vîze bide wî

Navenda Nûçeyan- Komek senatorên Amerîkî fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî vexwandin Amerîka û daxwaz kirin hikûmeta Amerîka vîze bide wî.

Komek senatorên Demokrat û Komarî yên Amerîkî bi fermî bang li fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî kirin serdana Amerîka bike.

Li gorî agahîyan, wan senatoran nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re şandine û daxwaz kirine vîze bidin Mezlûm Kobanî da ku bikaribe serdana Amerîka bike.

Wan senatoran di nameyê de gotine, ew ji rewşa Rojavayê Kurdistanê gelekî nîgeran in ji ber wê jî ew dixwazin rewşa wê herêmê ji devê Mezlûm Kobanî bibihîzin.

Wan senatoran daxwaz kirine serokê Amerîka Donald Trump jî bi Mezlûm Kobanî re hevdîtin bike.

Ew senatorên ku Mezlûm Kobanî vexwandine Amerîka, ev in:

Lindsey Graham, Marsha Blackburn, Chris Van Hollen, Jeanne Shahenn, Richard Blumenthal.

 

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist