Koçberîya xelkê ji Idlibê berdewam e

Ji ber êrîşa balafirên Rûsya û Sûrîyê li ser bajarok û gundewarên başûrê Idlibê, hejmareke zêde ji xelkê wan navçeyan malên xwe bicî hiştine û koçber bûne.

Navenda Nûçeyan- Koçberên Idlibê dibêjin, ku balafirên şer bi dijwarî xelkê bombebaran dikin û xanîyên wan bi ser wan de tînin xwarê.

Xelkê başûrê Idlibê, ji tirsa bombaranê û êrîşên Artêşa Sûrî û hevpeymanên wê, ji navçeyên xwe direvin.

Welatîyên bajarokê Cebel El-Zawîye, malên xwe bar kirin û ber bi wan navçeyan ve diçin, ku li jêr desthilata grûpên çekdar in, li parêzgeha Idlibê.

Koçberê Cebel El-Zawîyê yê bi navê Ebû Mihemed dibêje, “Ligel malbata xwe û kelûpêlên xwe, em ji mala xwe derketin. Duh min ew anîn, em ligel çend kesan çûn û me tiştên xwe anîn. Heşt kes in û ez û hevjîna xwe jî, dibine deh kes.”

Niştecîyên Cebel El-Zawîyê dibêjin, rojane ji hemû alîyan ve, navçeyên wan dihatin bombarankirin, ji neçarî malên xwe bicih hiştin û wan jîyana awarebûn û koçberîyê hilbijart.

Ebû Mihemed gotinên xwe berdewam dike û dibêje, “Heft helîkopter hatin. Piştre helîkoptereke din û 3 firokeyên Rûsî bilez hatin. Îranî jî ji hemû alîyan ve, me bombaran dikin. Hemû navçeyên Cebel El-Zawîyê dikirin armanc. Çawa em ê bikaribin di rewşeke wiha de, bimînin?”

Koçberbûna wê xelkê, di demekê de ye, ku werzê zivistanê ye û baran dibare û heta niha kampek yan jî penageheke amadekirî nîne ji bo ku berê xwe bidinê.

Beşek ji wan li cihên giştî dimînin û çavên wan li alîkarîya rêxistinên mirovî ye.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye