Bi sedan koçberên Sûrî ji Lubnanê vegeriyan û li bajarokê xwe yê Quseyr niştecî bûn.
Piştî 6 salan ji valabûn, beşek ji xelkê bajarokê Qusêr vedigerin ser mal û milkê xwe. Piraniya xelkê bajarokê navborî, bi sedema şer koçberî Lubnana hevsînor bibûn. Bi sedan penaber bi rûya otobûsan ji Lubnanê vegeriyane bajarokê xwe.
Desthilatên xwecihî yên hikûmeta Sûriyê dibêjin ku wan alîkariya lojestîk û xizmetguzariyên pêwîst amade kirine.
Ofîsa cîbicîkara Quseyrê Mihemed Read dibêje “Ev 10 rojin em vegeriyane Quseyr, em mijûlî vegerandina malbtan bûne. Me bi awayekî gelekî baş ev proje birêk xistiye. Xizmetguzarî û hinek sazî bo paqijkirin û vekirina rêyan hatin bikaranîn. Hinek dikan hene hêj pêdiviya wan bi paqijkirinê heye.”
Welatiyên ku vegeriyane daxwaz dikin ku malên wan ên wêrankirî werin nûjenkirin. Ew herwiha bangî derbiderên din dikin ku li bajarok û malên xwe vegerin.
Li gor amaran, tenê ji sedî 10 xelkê bajarokê Quseyir vegeriyane cihê xwe. Li gor amarên Neteweyên Yekgirtî, 6 milyon û 600 hezar kes li navxweyî Sûriyê koçber bûne û 5 milyon û 600 hezar kesan welatê xwe bicih hiştine û berê xwe dane Libnan, Tirkiye, Urdun û çend welatên din.
Siyaset Haberleri
Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê