Koçberên Idlibê di rewşeke xerab de ne

Koçberên başûrê Idlibê ji ber zivistanê û baranê, di nava konan de jîyaneke zehmet derbas dikin.

Navenda Nûçeyan- Bombebarana berdewam a balefirên Rûsya û hikûmeta Sûrîyê, hiştîye ku xelkê Mierêt El-Numan û derdora wê birevin û xwe ji mirinê xelas bikin

Ev derbiderên Mearet Numan in, ku ji ber bombebarana firokeyên Rûsya û hikûmeta Sûrîyê li nav çadirên bêserûber li derdora bajarokê Sermeda li bakurê Idlibê nêzîka sînorê Tirkîyê bicîh bûne, ji ber serma û barana zivistanê dinalin.

Koçbereke Mearet Numan a bi navê, Hemîde, dibêje, “Rewşa me, ku av derbasî nav çadira me bûye, zarok nexweş in, me bi şev xew nekirîye, me sobe pêxist, lê ji ber bayê bihêz li derve çadir tije duxan bû, Herwiha me beroş û firax ji bo derxistina  avê bikar anîn, me zarok derxistin derve, ji tirsa ku em nexeniqin.”

Bombebarana berdewam û bêserûber a firokeyên Rûsya û hikûmetê, kir ku xelkê Mearet Numan û derdorê bi şev birevin, wate tenê xwe ji mirinê rizgarkirine û gelek tişt jidest dane.

Koçberekî din ê bi navê Mearet Numan, Mihemed Ebû Ridwan jî dîyar dike, “Em ji Mearet Numan hatin e, me ji Hirş Binîn berê xwe da Hirbanûş,  em demjimêr yekê şevê derketin, di mijê de em derketin, em û zarokên bi cilên xwe derketin, me nîvê pezê xwe ji dest da. Ji ber barana zêde av derbasî çadirên me bû, ji ber sermayê bi şev me xew nekir.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî di çend rojên borî de nêzîka 60 hezar kes ji başûrê Idlibê ji ber bombebarana firokeyên hikûmetê revîyane.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê