Kobanê: Zarokek di êrîşa dronekê de şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn

.

Droneke artêşa Tirkiyeyê gundekî başûrê Kobanê bomberan kir, di encamê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, droneke Tirkiyeyê îro 10ê Adarê gundê Geraf ê bajarê Sirînê yê li başûrê Kobanê bombebaran kir. 

Diyar kir, di encama êrîşê de zarokê bi navê Fewaz Mistefa Îbrahîm yê 13 salî şehîd bû, 2 zarokên bi navên Ebdurehîm Mihemed Misto (13) û Ebdulnafih Mihemed Misto (9) jî birîndar bûn. 

Hevdem jî,  gundê Bîr Hiso yê gundewarê Kobanê bi çekên giran hat topbarankirin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye