Koalîsyon li Rojavayê Kurdistanê baregehên xwe bihêz dike

.

 Karwanekî nû yê hêzên "Hevpeymaniya Navdewletî"  ku ji 26 kamyon û tanakeran pêk hatiye derbasî Binkeya Qesrekê li bakurrojavayê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirov ragihand, karwanekî nû yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî  ku ji 26 barhilgir û tanakeran pêk dihat derbasî Bargeha Qesrikê ya li Hisîçayê bû.

Li gorî heman çavkaniyê, Hevpeymaniya Navneteweyî  di çarçoveya şandina alîkariyên leşkerî û lojîstîkî de ji bo qayîmkirina baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

17ê Tebaxê jî balafireke barhilgir a leşkerî ya hêzên Koalîsyona Navdewletî li baregeha leşkerî ya Şedadê li gundewarê başûrê Hisîçayê daketibû û barên leşkerî û lojîstîkî ji bo bihêzkirina baregehê vala kiribûn.

Hêzên Koalîsyonê piştî vekişînê cara yekem derketibûn dewriyeyê

Dewriyeyeke leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ku ji 5 wesayîtan pêk dihat, li gundewarê bakurê Dêrezorê li herêma di navbera bajarokê El-Izbeh û Kargeha Gazê ya Konîkoyê de geriyabûn.

Di heman demê de helîkopteran jî li esmanê herêmê firînên xwe domandibûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist