Kitêba Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî hat çapkirin

Weqfa Mezopotamyayê ya li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê xebatên kurdî dike kitêba bi navê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî çap kir.

Weqfa Mezopotamyayê ya li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê xebatên kurdî dike kitêba bi navê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî çap kir.


Weqfa Mezopotamyayê koleksîyona kurdologê ûris Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Rîsaleyî Tûfetu’l-Xîlani Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da)” çap kir.


Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve bi tîpên erebî kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mîkaîl Bilbil û Mistefa Oztirk va hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin. 


Herwıha pIrtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî va ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk tê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî de cih girtiye. DI pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî heneç

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?