Kirmaşan – 3 girtiyên kurd bi rengekî veşartî hatine bidarvekirin!  

.

Hat zanîn ku mehekê beriya niha sê girtiyên kurd bi rengekî veşartî di girtîgeha Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 25 Çileya îsal sê girtiyên kurd, Hûşeng Mihemedî, Elî Engezî û Cewad Munteziriyan di girtîgeha bajarê Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.

Li gorî agahiyên malperê, ew girtiyên han ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin, bi rengekî veşartî hatine bidarvekirin, loma ji wê demê ve heta niha ti kesî pê nezaniye.

Elî Engezî, 50 salî û xelkê gundê Engez yê Kirmaşanê bûye û 11 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.

Hûşeng Mihemed jî 41 salî û xelkê gundê Sexrî yê Kirmaşanê bûye û 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.

Cewad Munteziriyan jî 40 salî û xelkê Kirmaşanê bûye û 5 sal berê bi heman tohmetê hatibû girtin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin