Kiliçdaroglu: Tirkiye neçar e biryara dadgeha Ewropa li ser Demîrtaş bicîh bîne

.

Serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, divê Tirkiye biryara dadgeha mafên mirov ya Ewropa li ser azadkirina Selahedîn Demîrtaş bicîh bîne û Demîrtaş berde.

Roja 22 vê mehê dadgeha mafên mirov ya Ewropayê ragihand, girtina Selahedîn Demîrtaş ji aliyê dewleta Tirkiyê ve siyasî ye ji ber wê jî divê were berdan.

Lê serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û wezîrê navxwe yê wî welatî bi tundî ew biryar red kirin û ragihandin, ew biryarên wê dadgehê qebûl nakin û Demîrtaş jî bernadin.

Li ser vê mijarê, serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tundî bertek nîşan da û ragihand, madem Tirkiyê peymana mafên mirov ya Ewropayê îmze kiriye, neçar e biryara dadgehê jî bicîh bîne û Demîrtaş azad bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist