Kiliçdaroglu: Tifaqa Milet biryarê bide ez ê bibim namzedê serokomariyê

.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ragihand ku heger Tifaqa Milet a ji CHP, Partiya Saadetê û IYI Partiyê pêk tê biryarê li ser wî bide dikare bibe namzedê hilbijartinên serokomariyê li hember Erdogan.

Kiliçdaroglu, li ser pirsa rojnamevanan a derbarê hilbijartinên serokomariyê yên Tirkiyê ku biryare di sala 2023yan de bêne kirin got, heger tifaqa Milet biryarê li ser wî bide ew dikare bibe namzedê hilbijartinên serokomariyê.

Serokê CHPê ku beriya niha jî banga hilbijartinên pêşwext kiribû, li ser krîza aboriyê rexneyên tund li deshilatdariya AKPê girtin û diyar kir, “Niha em bikevin nav şerekî, tenê yek dolarekî dewletê jî nîne.”

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû