Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, bi rêya pêwendiyeke telefonî hilbijartin û destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku CHPê li ser pêwendiya telefonî ya Kiliçdaroglu û Barzanî belav kiriye de hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu serkeftin ji Nêçîrvan Barzanî re xwestiye û hat gotin, “Kiliçdaroglu ji ber hilbijartina bo seroktiyê kêfxweşiya xwe aniye ziman û xwestiye di serdana Tirkiyê de pê re hevdîtinê bike.”
Herwiha di pêwendiya telefonî de, Serok Barzanî spasiya Kiliçdaroglu kiriye û bal kişandiye ser xurtkirina têkiliyên Hewlêr û Enqerê
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist