Kilicdaroglu: Metirsiya kuştinên siyasî heye

Kilicdaroglu: Metirsiya kuştinên siyasî heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu got: “Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de rageşiyê zêde bike. Metirsiya kuştinên siyasî heye.”

Kemal Kilicdaroglu, li ser axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên; “Bisekinin dê hîn çi bê serê we” got: “Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de rageşiyê zêde bike. Erdogan got; 'Bisekinin dê hîn çi bê serê we.' Metirsiya kuştinên siyasî heye. Dibêje 'dê çi bê serê we' Bi eşkereyî gefan dixwe.”

Kilicdaroglu dibêje, bi ti awayî ji bo destûrek nû bi AK Partiyê re hevdîtinan nakin. Kilicdaroglu got: “Em di qonaxa dawî pergala dizîyê de ne, çi bikin bila bikin dê biçin. Erdogan ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike. Dizane eger ji desthilatê bikeve dê bo wî berdêlên wê hebin. Pêwîst e ji rageşiyê dûr bisekinin. Aliyê hember dê rageşiyê zêde bike. Lê ez bawerim grûpên diyar çek hilnegrin û kesên diyar nekujin rageşiyek çênabe. Metirsiya kuştinên siyasî heye.”

Kilicdaroglu herwiha got, divê Tirkiye vegere sîstema parlamenteriyê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist